H’emû nûçe

Palata Dîyarbek’irêye advokata, ya ku derheqa k’omkujîya Ermenîda e’lam kirîye, h’ukumê meh’kemê şermezar dike

Palata Dîyarbek’irêye advokata girêdayî wê yekêr’a, ku meh’kemê dijî seroketîya palatêye berê, bona e’lametîya derheqa k’omkujîya Ermenîda îş vekirîye, ew yek şermezar kirîye.Em bîr bînin,wekî wezîreta T’irk’îyaêye e’daletê îzin daye, ku dijî sedirê palata Dîyarbek’irêyî berê û usa jî endamên şêwirê, lêpirsînê destpêkin.Dijî wana anegorî qanûna T’irk’îyaêye 3O1-ê lêpirsîn tê destpêkirinê. Sala 2O18-a 24-ê nîsanê seroketîya palatê e’lametî bela kiribû,wekî bin navê qanûna derheqa sirgûnkirinêda pêşda r’ewşanbîrên ermenî kuştine, lê paşê ji mîlîonekê zêdetir ermenî birine berbi sînorên Sûrîyaê, p’ir’anîya k’îjana hatine kuştinê, lê gelek jî ji nexweşîya û bir’çîbûnê wefat bûne.Hema bi vê me’nîyê jî meh’kemê îşê lêpirsînê destpê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button