H’emû nûçe

H’emcivîna p’êşk’êşî têxnologîyaên bilind li Yêrêvanê serk’arên wê govekê gîhandine hev

Li Yêrêvanê h’emcvîna dur’oje, ya p’êşk’êşî pêdaçûyînên nava sûka h’emdinîyaêda, ya têxnologîyaên bilind, destpê bûye.Nava dorana h’emcivînêda hevaltîyên goveka Ermenîstanêye têxnologîyaên bilindda p’êşekzanên ji welatên der t’eglîfkirî alîyên pêşdaçûyîna têxnolgîyaên we’dê niha û girîngîya xebitandina wanada r’aber kirine.Wextê vekirina h’emcivînê serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan û wezîrê senaya têxnologîya Hakob Arşakyaên hazir bûne. Armên Sargsyan bi xebera silavkirinêva pêşda hatîye û gotîye, wekî ew piştgirîyê dide ce’dandinên pêşdaçûyîna goveka têxnologîyaên bilind.Hakob Arşakyan jî gotîye,wekî sala 2O19-a bona Ermenîstanê sala têxnologîya bû. Îro r’asthatinên girêdayî wê yekêr’a wê derbazbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button