SerekeSîyasî

H’ukumata Herêma K’urdistanê bangî civaka navnet’ewî dike îzinê nedin, ku DAÎŞ careke mayîn bê dasekinandinê

H’ukumata Herêma K’urdistanê bangî civaka navnet’ewî dike, ku îzinê nedin, ku DAÎŞ careke mayîn bê dasekinandinê, çimkî k’oma cîhadîsta êrîşên xwe careke mayîn dane aktîvkirinê. Derheqa wê yekêda wek’îlê K’urdistanêyî heleqetîyên der Safîn Dîzayî gotîye. Dîzayî usa jî bangî civaka navnet’ewî kirîye, ku piştgirîya hindava K’urdistanê û pêşmerga berdewamkin, çimkî qewatên k’urda nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-da r’ola girîng lîstîye.Nenihêr’î wê yekê,wekî dawîya sala 2O17-a, h’ukumata Îraqê e’lam kir,wekî DAÎŞ bin k’etîye, li neh’îyên azakirî çend êrîş van axirîya hatine mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button