Nevsekî derecebilind, yê PKK-êyî bi navê Bahoz Erdal e’lam kirîye,wekî r’êjîma Beşer Esede li Sûrîyaê bi saya k’omên hêzên p’arastina gel ma. “R’êjîma Sûrîyaê gerekê bîr neke, ku eger sîyasîya hêzên p’arastina gel nîbûya, wê r’êjîma Sûrîyaê jî t’unebûya”,-Bahoz Erdal gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî yektîya têrîtorîyaên Sûrîyaê jî wê nema, eger hêzên p’arastina gel t’unebûna.Pêyî opêrasîyona T’irk’îyaêye li Bakûrê Sûrîyaê wek’îlê hêzên p’arastina gel e’lam kiribû, wekî ew têr’a divîne, ku ew mecala hevk’arîya t’evî r’êjîma Esed têr’a dibînin. Piştî derk’etina eskerê amêrîkîye ji Sûrîyaê, qêzaên p’arastina gel t’evî r’êjîma Sûrîyaê gihîştine hevr’aqayîlbûnê.Wek’îlekî PKK-yî mayîn Erdal Xelîl jî gotîye,wekî t’evî Damişqê ew gihîştine p’evk’etinê.Ewî daye dîyarkirinê,wekî eva p’evk’etina leşkerîye pêşine, lê pirsên sîyasî wê paşê bêne gotûbêjkirinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Arsaxê her roj şaristanîya cîhanê tê tunekirin /wêne/19.04.2024, 15:45