Aborî
Ermenîstanê ji R’ûsîyaê qayîlîya dirêjkirina we’dê kirêdîta bona stansîya atomîyê stendîye:wezîr

Bona modêr’nîzasîyakirina bloka stansîya Ermenîstanêye atomî, Ermenîstanê ji R’ûsîyaê qayîlî stendîye, ku we’dê kirêdîta bona wan xebata bidine dirêjkirinê.Derheqa wê yekêda piştî ger’a li stansîya Ermenîstanêye atomî, ya t’evî baylozê R’ûsîyaêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn,wezîrê Ermenîstanêyî serk’arîkirina têrîtorîya Sûrên Papîkyan gotîye. “Îsal pirsa dirêjkirina kirêdîtê tê gotûbêjkirinê. Niha hevr’aqayîlbûna me heye, ku em we’dê kirêdîtê bidine dirêjkirinê.Wextê civîna h’ukumatêye zûtirekêda ev pirsê bê gotûbêjkirinê”,-Papîkyan gotîye. Têr’a tê dîtinê ku h’etanî dawîya sala 2O21-ê kirêdîtê bidine xebatê.