Konsûlê R’ûsîyaêyî serekeyî li K’urdistanê Olêg Lêvîn e’lam kirîye,wekî ewê ce’dandina bidine xebatê, ku vir wada jî p’êwendîyên di navbera Hewilêrê û Moskvaêda bêne qewînkirinê.Derheqa wê yekêda konsûlê R’ûsîyayê wextê r’asthatina t’evî wek’îlê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Hoşyar Sûvêylî gotîye.Wextê r’asthatinê konsûlê R’ûsîyaê e’lam kirîye,wekî t’abîya R’ûsîyaêye hindava mafên k’urda zelale û welatê wî wê her dem bona piştgirîya wan mafa pêşda bê. Lêvîn gotîye, wekî p’êwendîyên R’ûsîyaê û Herêma K’urdistanê li ser dereca bilindin û bi guman e’lam kirîye,wekî ewê vir wada jî h’emû tiştî bikin,ku ew p’êwendî qewînbin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close