SerekeSîyasî

ŞAY piştgirîyê dide proêkta qanûna h’ukumata K’urdistanêye derheqa r’êformada

Wek’îlê konsûlxana ŞAY-yî li Hewilêrê Êndryû Lêns r’astî cîgirê serokê parlamênta K’urdistanê Hêmin Hewiramî hatîye.Wextê r’asthatinê wek’îlê ŞAY gotîye,wekî proêkta qanûna derheqa r’êformêda, ya ji alîyê h’ukumata herêmêda pêşdak’işandî wana şa dike û welatê wî wê piştgirîyê bide r’êforma.Wextê r’asthatinê Hêmin Hewiramî derheqa h’alê sîyasî û êkonomîkîye li Herêma K’urdistanê, p’êwendîyên di navbera Hewilêrê û Beg’dayê, kirîzîsa li Îraqê û mobîlîzasîya DAÎŞ-da xeberdaye. Hewiramî usa jî gotîye,wekî proêkta qanûna derheqa r’êformêda bona gotûbêjkirinê li parlamêntêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button