SerekeSîyasî

Yektîya Avropayê piştgirîya h’ukumata Herêma K’urdistanêye hindava mihacirada bilind qîmt kirîye

Yektîya Avropayê piştgirîya h’ukumata Herêma K’urdistanêye hindava mihacirada bilind qîmt kirîye, ya ku bi r’eqema mezin mihacirên îraqî û yên ji Sûrîyaê li cem xwe qebûl kirîye. Derheqa wê yekêda serk’arê mîsîya Yektîya Avropaêyî li Hewilêrê Wîênsênt Gîyom Pûpo gotîye.Pûpo derheqa wê yekêda wextê r’asthatina t’evî serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî gotîye.Ewî soz daye,wekî Yektîya Avropayê piştgirîya hindava Herêma K’urdistanêda, ya bona koordînasîyakirina alîk’arîya bona mihacira wê berdewam bike. Em bêjin,wekî piştî pêşdahatina DAÎŞ-ê nêzîkî du mîlîyon mihacir malên xwe hiştin û çûn û ew li K’urdistanê cîwar bûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button