H’emû nûçe

Bona pêşxistina tûrîzmê, li h’emû qeza wê h’etanî 22 berne’me bên myîaserkirinê

Bi serk’arîya endama komîsîya parlamênta Ermenîstanêye êkonomîkî, k’oma pirsên tûrîzmê pr’oêkta pêxistina tûrîzmêye salên 2O2O-2O3O-î gotûbêj kirîye. Proêkta ji 11O r’ûp’ela nava êtapa hazirbûnêdane û têr’a tê dîtinê nava meha çileda wê proêktê bona îzbatkirinê r’aberî h’ukumatê bikin. Sedirê komîtêya tûrîzmê gotîye,wekî pr’oêkt bona deh salên pêşin, lê  berne’ma şuxulk’arîyê bona pênc salên pêşin têr’a hatîye dîtinê. Anegorî pr’oêktê li h’emû qezayên Ermenîstanê h’etanî 22 berne’me wê bêne mîaserkirinê.Komîtêya tûrîzmê t’evî învêstora û t’eşkîletên donor hevk’arîyê dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button