H’emû nûçe

Ermenîyên ji welatên der li Ermenîstanê nêzîkî 45 hevaltîyên goveka têk’nolocî vekirine

Wezîrê Ermenîstanêyî têk’nolocîyaên bilind Hakob Arşakyan gotîye,wekî sala 2O19-a nêzîkî 45 hevaltîyên nû yên nava goveka têk’nolocîyaên bilindda ji alîyê ermenîyên ji welatên der hatine  vekirinê. “Îsal nêzîkî 23O-î hevaltîyên t’ezesazbûyî berbir’î îdarên bacdayînê bûne, ku qewilên wan bi milahmî pêşda bik’işînin. Bi t’omerî hildayî, anegorî r’eqemên wane r’aberkirî, nêzîkî 12OO cîyên xebatê hatine vekirinê. 45 hevaltîyên ermenîyên ji welatên der jî li Ermenîstanê hatine vekiinê”,- Arşakyan gotîye û ew yek h’esab kirîye çawa be’seke baş.Hevaltîyên ji Fransîyaê, ŞAY, R’ûsîyaê, Holandîyaê, Avstralîyaê, Gurcistanê, Şvêysarîyaê, Îranê, Almanîyaê, Nîdêr’landa, Brîtanîyaê berbir’î îdarên bacdayînê bûne.Li Ermenîstanê usa jî ofîsên hevaltîyên navnet’ewîye nû hatine vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button