
Merk’eza krîzîsaye koordînasîyon, ya h’ukumata Herêma K’urdistanê e’lam kirîye,wekî r’oja sêşemê dîsa nêzîkî 4O mihacirên ji Sûrîyaê çûne K’urdistanê. Li ser sînor 37 mihacir ji alîyê sînorxweykirên K’urdistanêda hatine qebûlkirinê. Ji destpêka opêrasîyona T’irk’îyaêye li Sûrîyaê r’eqema mihaciraye ji Sûrîyaê yên ku çûne K’urdistanê, gihîştîye 18 h’ezar 462 merivî. Wî çaxî T’irk’îyaê êrîş dijî qewatên k’urda destpê kir.R’ûê bombebarandina bi seda sûranîyanî hatine kuştinê, lê nêzkî 3OO h’ezar merivî bêne mihacir.