SerekeSîyasî

Serokê K’urdistanê û bayloza Zêlandîya Nû derheqa aktîvbûna p’êwendîyên dualî gotûbêj kirine

Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî r’oja çarşemê bayloza Zêlandîya Nûye li Îraqê T’rêdêna Dobson qebûl kirîye bona gotûbêjkirina p’êwendîyên dualîye di navbera K’urdistanê û Zêlandîya Nûda. Dobsonê pesinê Herêma K’urdistanê daye, bona r’ola wêye nava şer’ê dijî DAÎŞ-da. Ewê usa jî ew yek bilind qîmet kirîye,wekî nava h’alê giranda K’urdistanê nêzîkî du mîlîon mihacirên îraqî û yên ji Sûrîyaê qebûl kirine.Barzanî û bayloza Zêlandîyaê usa jî derheqa p’êwendîyên dualî û hevk’arîyêda xeberdane.Nava r’ojeva r’asthatinêda usa jî pirsên girêdayî h’alê li Beg’dayê, pirsgirêkên bêqezîyabûnêye li Sûrîyaê û paşdaçûyîna mihaciraye li malên xwe hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button