Ermenîstan nava navnîşa welatên dinîyaêye bêqezîya cîyê xwe girtîye: Nîkol P’aşînyan
Nava sîstêma bêqezîyabûna Ermenîstanêye miletîyêda, gavên balanskirî gerekê bêne avîtinê, bona ku qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyê diha gelekî k’ardarbe.Derheqa wê yekêda wextê civîna p’êşk’êşî r’oja organên bêqezîyabûna miletîyê, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. “Bêqezîyabûna Ermenîstanêye hundur’ û der ez h’esab dikim çawa pirsa here sereke. Nava wî k’arîda sîstêmeke girîng hema qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyêye.Ez dikarim bêjim,wekî nava sal nîvekêda qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyê pirsa pêşîya xwe danî mîyasaer kirîye. Ermenîstan li r’êgîyoneke usaye, li k’îderê h’al girane, yê ku carina sert dibe û girêdayî bêqezîyabûnêr’a, h’alê r’êgîyonêyî navnet’ewîr’a, pirsên pêşîya me danî wê hebin. Ez dixwezim bêjim,wekî anegorî h’esabên îroyîn Ermenîstanê nava navnîşa welatên dinîyaêye bêqezîyada cîyê xwe girtîye”,-Nîkol P’aşînyan gotîye.