Sîyasî

Cêr’ibandinên h’elkirina pirsgirêka Qerebag’ê bi r’îya leşkerî dikare bona Adirbêcanê ecamên xirab pêşda bîne:P’aşînyan

H’ukumata Ermenîstanê hema serê-sêrîda jî bona h’elkirina pirgirêka Qerebag’ê t’abîya çêkirinê pêşda k’işandîye û ez gerekê bi r’azîbûn bidime dîyarkirinê,wekî ev yek ji alîyê hevalk’arên meye navnet’ewîda tê dîyarkirinê.Derheqa wê yekêda wextê civîna şêwirên Ermenîstanê û Arsaxêye bêqezîyabûnêye t’evayî, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan gotîye. “Nava dereca h’elkirina pirsgirêkêda me prînsîpeke gelekî zelal pêşnîyar kirîye. Her cûr’ekî h’elkirina pirsgirêkê gerekê bona cime’ta Qerebag’ê, cime’ta Ermenîstanê û cime’ta Adirbêcanê ya qebûlkirinêbe.Bi e’lamkirina vê prînsîpê gumna min hebû,wekî serokê Adirbêcanê jî wê bi e’lametîya wî cûr’eyîva pêşda bê. Mixabin, h’etanî r’oja îroyîn serokê Adirbêcanê tiştên usa negotîye û bi fikira min h’emû sîstêmên navnet’ewî gerekê ber dilê serokê Adirbêcanêda bên, ku ew bi e’lametîya wî cûr’eyîva pêşda bê, çimkî ssênara h’elkirina de’w û dozê gerekê t’enê alîkî nede r’azîkirinê.Bi fikira min h’emû kes jî li ser wê fikirêne,wekî de’w û doza Qerebag’ê nikare bi r’îya leşkerî bê h’elkirinê. Cêr’ibandinên wî cûr’eyî hema berê e’wlin wê bona Adirbêcanê encamên xirab pêşda bînin,çawa ku min çend cara jî gotîye,wekî nava sal nîveke dawîda me  gelek sîlih’ dest anîne, nava qewatên sîlih’kirîda werguhastin mîyaser kirine, yên ku dereca şer’k’arîya eskerên me dighînine dereca diha bilind.Ez dixwezim bêjim,wekî  van tişta em ne ku bona şer’ê nû, lê bona aşîtîyê mîyaser dikin ku bidine k’ifşê, ku cêr’ibandinên xeberdanên ji t’abîya qewatê bê feydane”,- Nîkol P’aşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button