SerekeSîyasî

Wezîr:bona çêkirina r’êyên li K’urdistanê 27,8 mîlîon dolar hatine başqekirinê

Wezîrê K’urdistanêyî avayîçêkirinê Dana E’bdilk’erîm gotîye,wekî ce’dandinên bona çêkirina r’êyên li K’urdistanê yên açix bûne û serda zêde kirîye, wekî h’ukumatê 45 mîlîyard dînarên îraqî îsal bona pr’oêktên r’îya xerc kirîye.Wextê prês-konfêransê E’bdilk’erîm gotîye,wekî h’emû xebatên çêkirinê ser hevda hatine, xêncî wan r’îya yên ku p’irava girêdayîne. “Meremê me ewe, ku sala tê beşên r’îyaye mayîn çêkin, bona ku pirsa r’îya bidine ç’areserkirinê”,-E’bdilk’erîm gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî nava sê salada wê hersal nêzîkî 67 mîlîon dolar lazim bên, ku h’emû r’êyên K’urdistanê çê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button