Aborî
Li Ermenîstanê ji meha çile h’etanî meha mijdarê aktîvîya êkonomîkî bi 7,5 selefa zêde bûye
Anegorî h’esabên komîtêya Ermenîstanêye h’esabkirina li Ermenîstanê ji meha çile h’etanî meha mijdarê aktîvîya êkonomîkî bi 7,5 selefa zêde bûye. Anegorî r’eqemên r’esmî senayî nava wî we’deyîda bi 9,3 selefava, goveka avayîçêkirinê bi 4,3 selefava, zivir’a k’ir’în- frotanê bi 9,2 selefava zêde bûne.