H’emû nûçeSereke

Qayîlnivîsara Ermenîstanê û Yektîya Avropayê ji 28 welata 23 welat îdî qebûl kirine

Îsal qayîlnivîsara Ermenîstanê û Yektîya Avropayê ji alîyê 15 welatada hatîye qebûlkirinê. Derheqa wê yekêda wextê qisa t’evît r’ojne’mevana sedirê komîsîya pirsên întêgrasîya Avropî, ya li parlamênta Ermenîstanê, Arman Yêg’oyan gotîye. “Eger em h’eyşt welatên sala par jî t’evî wan 15-a bighînine hev, emê 23 welata bibînin. Pênc welatên Yektîya Avropayê mane.Ji wan welatane, Îtalîya, Yûnanstan, Avstrîya, Îspanîya û Portûgalîya”,-Yêg’oyan gotîye. Bi gotina wî nava mehên pêşinda ew welatana jî wê qayîlnivîsarê qebûlkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button