SerekeSîyasî

ŞAY wê esker dernexin:cîgirê serokê K’urdistanê

ŞAY wê esker dernexin, derheqa wê yekêda cîgirê serokê K’urdistanê Cefer Mistefa gotîye. “Eskerên amêrîkî wê paşda venek’işin. Be’sên derheqa wê yekêda,wekî ew ji welêt diçin, e’lametîyên pirêsayêne.Eskera t’e’lîmên leşkerîye li Îraqê û K’urdistanê dane sekinandinê, lê ev yek tiştê we’delûye”,- Cefer Mistefa gotîye.Piştî kuştina gênêralê îranî Qasim Silêmanî û serokê r’ezedilvanên îraqî Mahdî Mohandîs, p’ir’anîya parlamêntvanên şih’îya wextê civîna parlamêntê qirar qebûl kirîye, ya ku de’wê dike  eskerên bîyanî ji welêt derk’evin. Paşê be’s bela bû, k’îjanada hate dîyarkirnê,wekî Waşîngton hazir dibe eskerên xwe ji Îraqê bide derxistinê.Piştî wê yekê wezîrê ŞAY-yî p’arastinê Mark Êspêr da dîyarkirinê,wekî ew be’s ne yên r’astin.Cefer Mistefa e’şaretî daye,wekî h’alê giranî pêşdahatî,wextê ku koalîsîyona navnet’ewî dikare opêrasîonên dijî DAÎŞ-ê bide sekinandinê, vakûm dikare pêşda bê, ya ku wê îzinê bide ç’ekdarên DAÎŞ-ê bighîjine hev, bi t’aybetî li wan neh’îya, yên ku  di navbera Hewilêrê û Beg’dayêda nehatine hevr’aqayîlkirinê.Ewî gotîye,wekî piştî kuştina Qasim Silêmanî,wekî yektîya di navbera partîyaên k’urdada diha zêde bona herêma K’urdistanê girînge.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button