SerekeSîyasî

Brîtanîya Mezin bona ce’dandinên bo normalkirina h’alê li Îraqêyî sert, r’azalixî e’lamî h’ukumata Herêma K’urdistanê dike

Brîtanîya Mezin bona ce’dandinên  bo normalkirina h’alê li Îraqêyî sert, r’azalixî e’lamî h’ukumata Herêma K’urdistanê kirîye, yê ku piştî krîzîsa ŞAY û Îranêda pêşda hatîye. Me’srûr Barzanîyê serekwezîr bi têlêfonê t’evî wezîrê Brîtanîyaêyî pirsên R’ohilata Navîn û Afrîka Bakûr Êndryû Mûrîson xeberdaye û wextê xeberdanê dîplomatê brîtanî daye dîyarkirinê, wekî Hewilêr û London gavên xwe bi hevr’a didine qayîlkirinê. Anegorî wê e’lametîyê, serekwezîrê k’urd gotîye,wekî ew ce’dandinên xwe bona  normalkirina h’al didine xebatê.Xeberdana têlêfonê piştî êrîşa Îranêye bi r’okêta, ya li ser bazayên amêrîkîye li K’urdistanê û Îraqê derbaz bûye, wextê ku di navbera Waşîngtonê û T’êharnêda h’al piştî  kuştina  Qasim Silêmanî diha sert bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button