H’emû nûçe
Lêpirsîna girêdayî îşê Sêrj Sargsyanr’a îdî ser hevda hatîye
Qulixdarîya lêpirsînêye mexsûs, lêpirsîna girêdayî serokê Ermenîstanêyî sisîya Sêrj Sargsyanr’a îdî ser hevda anîye. “Organa ku lêpirsînê derbaz dike, şe’detîyên anegor çawa yên r’azîkirinê h’esab kirîye, fikira xwe daye dîyarkirinê, ku wî îşî bişînine meh’kemê, derheqa k’îjanêda e’lamî gunek’ara û p’arêzerên wan kirine. Matêrîyalên wî îşî wanr’a şandine ku nasîya xwe bidinê”,-ji qulixdarîya lêpirsînê e’lam kirne. Nava wî îşîda usa jî pênc gunek’arên mayîn hene, nava wanda usa jî xudîyê hevaltîya “Flêş’”-ê Barsêg’ Bêglaryan.