SerekeSîyasî

Serok Barzanî:hela hê zûye ku qewatên koadîsîyona navnet’ewî ji heremê derk’evin

Serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî e’lam kirîye,wekî koalîsîyona navnet’ewî hela hê gerekê ji herêmê dernek’evin.Wextê hevp’eyvîna t’evî  r’ojne’ma Bîldê, Nêç’îrvan Barzanî qewimandinên van axirîyaye li K’urdistanê û li Îraqê qîmet kirîye û derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê.Bi gotina Barzanî wan qewata bona ç’areserkirina bêqezîyabûna Îraqê xebateke mezin kirine. “Derxistina qewatên koalîsîyîonê ji we’de zûtire, çimkî qezîya li welêt hela hê heye. Em aşîtîyê, qewînbûnê û bêqezîyabûna Îraqê dixwezin”,-Nêç’îrvan Barzanî gotîye û serda zêde kirîye,wekî ew naxwezin ku Îraq alîkî ner’astda her’e û bik’eve nava h’alekî hê bi qezîya.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button