Sîyasî

Li T’irk’îyaê şexsê ku leşkerê ermenî kuştibû cezayê girtina nêzîkî 17 sala stendîye

Li T’irk’îyaê wextê qulixa leşkerî, sala 2O11-a 24-ê nîsanê welatîyê ermenî Sêvak Balik’çî hatibû kuştinê. Girêdayî ewî îşîr’a, meh’kemê qirara nû qebûl krîye. Hevalê Sêvake leşkerîyê K’ivanç Ag’aog’lû, yê ku Sêvak Balik’çî kuştibû, cezayê girtina 16 sala û h’eyşt meha stendîye. Ag’aog’lû wextê prosêsa meh’kemê girtine. Îşê meh’kemê sala 2O18-a careke mayîn hatibû pêşdak’işandinê. Sala 2O13-a meh’kemê qirar kiribû,wekî kuştina Balik’çî bi zanebûn nîbûye, lê r’ûê nezanîya xebitandina sîlih’da qewimîye û wî çaxî cezayê girtina çar sala û pênc meha dabûne wî.Feqet malbeta Balik’çî careke mayîn şikyat kiribû. Piştî qewimandinên sala 2O16-ye li T’irk’îyaê, meh’kemên lekşrî hatine hildanê û îşê Sêvak t’eslîmî meh’kema sîvîl kirin.Dê û bavê Sêvak Balik’çî li ser wê fikirêne,wekî kur’ê wan r’ûê dijminatîya miletçîyêda hatîye kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button