Aborî

Wezîr hîvîêye,wekî wê zêdaya êkonomîkîye 7,5 selefî hebe

Anegorî h’esabên sala 2O19-a li Ermenîstanê wê zêdaya êkonomîkîye 7,5 dehanî selefa hebe. Derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa t’eglîfkirî,wezîrê êkonomîkayê Tîgran Xaçatryan gotîye. “ Me saleke baş destpê kirîye, çimkî ew li ser h’îmê sala 2O19-ye baş hatîye çêkirinê.Anegorî h’esabên 11 mehên derbazbûyî r’eqemê aktîvîyê tê k’ifşê.Zêdaya senayê ber ç’e’vaye.Zêdaya eşîyaên senayê nava 11 mehada gihîştîye 9,2 dehanî selefa. Qulixdarî bi 15 selefava zêde bûne, zivir’a eşîyaye hundur’ bi 9,2 dehanî selefa, avayîçêkirin bi 4,5 dehanî selefa û deranîn bi neh zelefava zêde bûne.Em dikarin bêjin,wekî li cem  me   zêdaya êkonomîyîye 7,5 dehanî selefa wê hebe”,- Xaçatryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button