SerekeSîyasî

ŞAY “Hevk’arîya stratêgîye” t’evî K’urdistanê silav dike

Alîk’arê k’atibê ŞAY-yî dewletê Dêyvîd Şênkêr derheqa seredana xweye li Herêma K’urdistanê r’aberî r’ojne’mevana kirîye.Şênkêr piştî derbên Îranêye r’okêtaye berbi bazayên amêrîkîye li Îraqê çûbû Hewilêrê. “Ez li Hewilêrê r’astî çend lîdêrên K’urdistanê Îraqê hatim. Wextê her r’asthatinekê min r’azalixî e’lamî hevk’arên k’urdên Îraqê kir, bona piştgirîyê û da fe’mkirinê,wekî ŞAY  berbi şer’ê t’evî Îranê nace’dîne. Me derheqa qewînkirina p’êwendîyada xeberdaye. Xeberdanên meye li Hewilêrê derheqa qewînkirina hevk’arîya stratêgîda bûne, ya ku ji sala 1991-da me t’evî k’urda xweyî kirine”,-Şênkêr gotîye.Piştî Hewilêrê ew çûye Yektîya Mîrtîyên E’reba, li k’îderê ew r’astî wezîrê dewletê Anvar Gargaş û usa jî spîkêrê parlamênta Îraqê Meh’med Al Xalbûsî hatîye, yê ku li Yektîya Mîrtîyên E’reba bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button