Eger Mîşûstîn bibie serekwezîr nava h’ukumatêda wê du ermenîyên êt’nîk hebin:wezîrê Adirbêcanêyî k’arên derî berê
Wezîrê Adirbêcanêyî k’arên derên derî berê T’ofîk Zûlfûgarov derheqa kandîdatîya serekwezîrê R’ûsîyaêda xeberdaye, ya ku qirara serokê R’ûsîyaê Vladîmrîr Pûtîn bû. R’ûp’elê xweyî fêysbûkêda ewî nivîsara Margarîta Sîmonyanê, r’êdaktora kanala R’ûsîyaêye têlêvîzmîonê, şirovekirîye. Zûlfûgarov nivîsîye: “Ermenî O,89 selefê binelîyên R’ûsîyaêne. Eger Mîxayî Mîşûstîn bibe serekwezîr, lê Lavrov qulixa wezîrê k’arên derda bimîne, wî çaxî nava h’ukumata R’ûsîyaêda du ermenîyên êt’nîk wê hebin”. 15-ê meha çile piştî axavtina Vladîmîr Pûtîne hersale h’ukumata bi serk’arîya Dmîtrî Mêdvêdêv ji qulixê dûrk’et. Pûtîn r’azalixî endamên h’ukumatê kir û da dîyarkirinê, wekî nava xebatêda h’emû tişt nîne, ku hatîye stendinê.Hema wê r’ojê êvarê jî Vladîmîr Pûtîn li qulixa serekwezîrê R’ûsîyaêda kandîdatîya Mîxayîl Mîşûstîn pêşda k’işand.