SerekeSîyasî

Ah’med T’irk: T’irk’îya piştgirîyê dide ambîsîyayên împêrîyalîstîye li Lîbîyaê

Ji wî çaxîda îdî nêzîkî sed salî derbaz bûne,wekî împêratorîya osmanî  Lîbîya kontrol dikir, lê T’irk’îya mînanî berê meremên xweye împêralîstîye li R’ohilata Navîn pêşda dik’işîne.Derheqa wê yekêda serokbajar’ê Mêrdînêyî ji qulixê derxistî Ah’med T’irk gotîye. Serokê T’irk’îyaê Êrdog’an h’etanî niha navê h’îmdarê T’irk’îyayê Mistefa K’emal At’at’irk li Trîpolîyê dide xebatê, ku T’irk’îyayê nava konflîkta li Lîbîyaê  afû bike. “ Îdî sed sal derbaz bûne û Lîbîya serbeste. Lîbîya, Yêmên, Îraq serbestin”,-Ah’med T’irk gotîye û serda zêde kirîye,wekî T’irk’îya k’etîye nava çend herêmên R’ohilata Navîn. “Hûn dibêjin, ku  welatên mayîn gerekê ji wandera derk’evin, lê wî çaxî we li E’frînê û Serêkanîyê çi unda kirîye? Li Hewilêrê yan jî Silêanîyê, yan jî li T’êl Abyadê?”,-Ah’med  T’irk gotîye,wextê ku ewî şirovekirinên Êrdog’ane derheqa wê yekêda xeberdaye ku welatên başqe gerekê ji R’ohilata Navîn her’in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button