SerekeSîyasî

Îraqê ew be’sa derheqa destpêkirina opêrasîyonên t’evî ŞAY-ye dijî têr’orîzmê înk’ar kirîye

Wek’îlê h’ukumata Îraqê ew yek înk’ar kirîye,wekî pêşda hatibû e’lamkirinê, ku qewatên îraqî û ŞAY dijî DAÎŞ-ê opêrasîyon destpê kirine.Koalîsîyona navnet’ewî pêncê meha çile e’lam kirîye,wekî ew opêrasîyonên dijî DAÎŞ-ê û mîsîyayên t’e’lîmkirina dide sekinandinê. Ew yek piştî derbgîhandinên ji alîyê Îranêda bûye.Be’sa derheqa wê yekêda du wek’îlên amêrîkîye leşkerî pêşda belav kiribûn.Feqet wek’îlê Îraqê gotîye,wekî ew opêrasîyon destpê nebûne.Bi gotina wî, h’ukumata Îraqê e’mir kirîye ku opêrasîyonên t’evayî bidine sekinandinê.Ew yek piştî derbgîhandinên ŞAY-da qewimîye,wextê ku gênêralê îranî Qasim Silêmanî û fermandarê îraqî Mahdî Mûhandîs hatine kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button