H’emû nûçeSereke

Fermandarê k’oma ermenîye ser navê Nûbar Ozanyan, Nûbar Mêlênyan bi axavtina ermenî û k’urdî pêşda hatîye

Înformasîya derheqa k’oma ermenîda careke mayîn nava prêssa k’urdîda pêşda hatîye. Vê carê ew yek girêdayî bû salveger’a kuştina r’êdaktorê r’ojne’ma “Akos”-ê Hrant Dînk’r’a.Xêncî bîranîna Hrant Dînk’ usa jî aktîvîstên k’urd Sek’îne Cansiz, Fîdan Dog’an û Lêyla Şaylemez hatine bîranînê, yên ku li P’arîzê hatine kuştinê. Fermandarê p’aresker Nûbar Mêlênyan bi ermenî û k’urdî axivî: “Hevalê me Hrant Dînk’ şorişger bû.Ewî dice’dand r’astîya derheqa kuştinên bi massayî bianîya ber ç’e’va. Nenihêr’î wan êrîşên dewleta t’irka ew t’u cara t’eslîm nebû. Dewleta t’irka şuxulk’arên sîyasîye jin Sek’îne Cansiz, Leylê Şaylemez û Fîdan Dog’an jî li P’arîzê kuştin.Hevalên me zanibûn,wekî  azadî nikare bê destanînê, heger bona wê bahê bilind nedin.Hevalên meye şorişger t’u cara li ber faşîzmê ta nebûne û emê xwe p’êşk’êşî îşê wan bikin”,-nava axavtinêda hatîye dîyarkirinê.Em bêjin,wekî nîveka cotmehê înformasîya belav bû, wekî k’oma ermenîye ser navê Nûbar Ozanyan gihîştîye serk’arîya k’urdaye dijî agrêsîya t’irka.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button