Sîyasî

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk r’ola Brzanîye nava yekbûna k’urdên Sûrîyaêda silav dike

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zlûm E’vdî r’ola lîdêrê k’urd û serokê partîya K’urdistanêyî Dêmokratîk Me’sûd Barzanîye nava yekbûna k’urdên Sûrîyaêda bilind qîmet kirîye.Derheqa vê yekêda Me’zlûm E’vdî wextê hevp’eyvîna t’evî Al Monîtorê gotîye û daye dîyarkirinê,wekî Barzanî r’ola girîng nava yekkirina partîyayên k’urdên Sûrîaêye cuda-cuda lîstîye.Ewî serda zêde kirîye,wekî hêzên Sûrîya Dêmokratîk hazirin t’evî Şêwira K’urdaye Net’ewî bighîje qayîlîyê.Ewî usa jî gotîye,wekî wekî p’ir’anîya partîyaên li Sûrîyaê hazirin li K’urdistana Sûrîyaê bighîjine hev.”Ez cara e’wlin derheqa wê yekêda dibêjim. H’emû hazirin û emê zûtirekê konfêransê derbazkin, k’îjanê emê p’êşk’êşî yektîya R’ojavayê bikin.Emê piştgirîya vê yekê bikin.P’ir’anîya partîyaên li R’ojavayê bona vê yekê hazirin û wê t’evî konfêransêbin.Em gumanin,wekî Şêwira K’urdaye Net’ewî wê bighîje me”,-Me’zlûm E’vdî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button