H’emû nûçeSereke

Li mûzêyî-înstîtûta k’omkujîya Ermenî wê civîna zanistîye p’êşk’êşî şer’ên li Kîlîkîyayê derbazbe

Fonda bi navê “Mûzêyî-înstîtûta k’omkujîya Ermenî” 16-17-ê nîsanê wê bi sernavê “Şer’k’arîya bona Kîlîkîya ermenî:Kîlîkîya û ermenîyên Kîlîkîyayê piştî şer’ê cîhanêyî e’wlin /1918-1921/” civîna zanistîyê derbazke, ya ku wê p’êşk’êşî sedsalîya şer’ên Kîlîkîyaêye xwep’arastinê bibe.Derheqa wê yekêda xweykira fonda mûzêyî-înstîtûtêye sereke Gohar Xanûmyanê gotîye û daye dîyarkirinê,wekî p’êşengehê jî bê vekirinê. “P’êşengehên p’êşk’êşî dîroka şer’k’arîya me pêşda t’eşkîl kirine, lê meremê vê nîşandayînê ewe, ku şer’ên Kîlîkîyaê r’aberkin û bînin ber ç’e’va, ku boy Kîlîkîyayê şer’k’arîke çawa hatîye kirinê”,- ewê gotîye. Bi gotina Xanûmyanê nava dorana p’êşengehêda wê nimûnên t’aybetî bêne r’aberkirinê, yên ku derheqa yazîya merivada gilî dikin”,- xweykira fondêye sereke gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button