H’emû nûçeSereke

Serokê Fransîyaê Êmanûêl Makron wê t’evî şîva şêwira hevaltîyên ermenîye li Fransîyayêye koordînasîon bibe: Hraç Varjapêtyan

Serokê Fransîyaê Êmanûêl Makron wê wextê civîna t’eşkîlkirî, ya şêwira koordînasîyon, ya hevaltîyên ermenîye li Fransîyaê hazirbe.Derheqa wê yekêda ewî bi xwe îzbat kirîye.Ev înformasîya serokê ofîsa data Ermenîye li Fransîyaê Hraç Varjapêtyan belav kirîye. “29-ê meha çile wê ew şîv bê dayînê, li k’îderê serokê Fransîyaê,serokbajar’ên P’arîzê, Marsêlê û Lîyonê, gelek wezîr, parlamêntvan, baylozê Ermenîstanê, şuxulk’arên fransiz û ermenîye bi nav û deng wê hazirbin. Dîrokzanê t’irk T’anêr Ak’çam jî hatîye t’eglîfkirinê, yê ku bona emekê xweyî nava naskirina k’omkujîya Ermenîda wê bê xelatkirinê.Eva îdî sala çaraye,wekî serokê Fransîyaê t’evî şîvê dibe.Ew yek hêna Fransûa Oland destpê bû û hêna Makron jî wê berdewmbe”,-ewî gotîye.Bi gotina Varjapêtyan ji alîyê lobînga ermenîda eva tiştekî girînge.Wextê vê şîvê wê usa jî pirsa boy Adirbêcanê frotana sîlih’a bê pêşdak’işandinê.Ev pirs sala derbazbûyî li ber serokê welêt hatîye  bilindkirinê û îsal jî wê bê pêşdak’işandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button