H’emû nûçeSereke

Bi berfireyî nûkirina têxnîka leşkerî û sîlih’a berdewam dibin:Artak Davt’yan

27-ê meha çile li komplêk’a wezîreta Ermenîstanêye P’arastinê civîna kolêgîya qewatên Ermenîstanêye p’arastinê derbaz bûye.Nava dorana hevk’arîyên herdu k’omarada t’evî civînê bûne endamên qewatên  Art’êşa P’arastinê.Bi xebera vekirinê wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan daye k’ivşê, wekî bi saya serk’arên qewatên sîlih’kirî sala 2O19-a li ser xeta pêşin h’al e’dil bûye.Wezîrê p’arastinê usa jî daye  k’ifşê,wekî hert’im bo p’arastina h’idûda  gerekê h’işyarbin. Wextê civînê  bi k’êlm serk’arê ştaba qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî, gênêral-lêytênant Artak Davt’yan pêşda hatîye.Wextê r’aberkirina kirinên xebatê, destanînên heyî, serk’arê qewatên sîlih’kirî daye k’ifşê,wekî bi berfireyî nûkirina têxnîka leşkerî û sîlih’a berdewam dibin.Bi r’ast p’aravekirina qewatê mecalê dide, ku pirsên pêşîya xwe danî bilind biqedînin û h’ukumî li ser kirinên dijmin bikin.Bi r’aportên li ser berne’mên hevk’arîya civakî, leşkerî-p’erwerdeyî,xebatên nava goveka byûcêtîyê, bi k’êlm cîgirê wzîrê Ermenstanêyî p’arastinê pêşda hatîye.Bona kirinên paşwextîyê  t wezîrê Ermenîstanêyî p’arastina Davît’ Tonoyan t’eslîmkirin dane.Civîn bi p’êşk’eşkirinên gelek ofîsêraye sala 2O19-a  bona qulixkirinen baş, ser hevda hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button