Qewatên sîlih’kirî amedeye ku dimjin mecbûrke derheqa encamên undabûyada bifikire:Artak Davt’yan
Fermandarê hêzên qewatên sîlih’kirî, gênêral-lêytênant Artak Davt’yan pîrozbahyî 28-salîya sazbûna Esekrr’a şandîye.Nava pîrozbahîyêda h’îmlî tê gotinê: “Gênêral, xwendik’ar, k’armendên sîstêma leşkerîye qedirbilind, r’oja sazbûna eskerê ermenî ew cejine, bi k’îjanê t’emamîya ermenîya pîroz dikin.Eskerî ew kevire, li ser k’îjanê dewleta me hatîye avakirinê,welatê h’emûîyaye li cîhanê.Sazbûna K’omara Ermenîstanêye sîlih’kirî dijwar hate avakirinê, ji art’êşa Arsaxê destpêkirî h’etanî r’ojên me destêkirî, lê belê wan sala gelek mêrxasên me hatine k’ifşê.Îro ez dixwezim wan kesa bimbarekkim,bi saya k’îjana çêkirina qewîn heye.Emê kirina mêrxasên xwe t’u car bîr nekin.R’ûmet û hurmet hevalên meye şih’îdk’etîr’a.Bidime k’ifşê,wekî îro leşkerên meye serbixwe û fermandarên zane hene.Me her cara e’lam kirîye,wekî Ermenîstan naxweze şer’, lê her deqeyî hazire kirinên provokasîyon bide sekinandinê.Bona hineka esker mîna kur’ û bira hêjaye, lê bona hineka jî çawa bav bihaye.Îro em 28-salîya qewatên K’omara Ermenîstanêye sîlih’kirî didine k’ifşê.Bijî art’êşa Ermenî.Qedir û hurmet t’emamîya mêrxasên mer’a, yên ku îro xizmetî welatê xwe dikin.