Sîyasî

E’rebistana Saûdîyê h’esab dike,wekî leşkerên ermenî gerekê li Îraqê bimînin:wezîreta k’arên der

“Em h’esab dikin,wekî h’incir’andina DAÎŞ-ê bi gelek alîyava li ser emekê koalîsîyona navnet’ewî hate h’îmdanînê, nava wêda usa jî ŞAY”,-ewî gotîye. “Em h’esab dikin,wekî wextê ku DAÎŞ bi gêografî bin k’etîye, pêr’a jî difikirin,wekî ew dikare bibe qezîya, bo wê yekê jî gelekî girînge, ku civaka navnet’ewî piştgirîya hindava qewatên îraqî berdewamke bona ku h’işyar bimînin û hazirîya amêrîkîya hema beşeke wê yekêye”.Ev e’lametî li ser h’îmê wê yekê hatîye belavkirinê, wextê ku p’ir’anîya şih’îyên Îraqê de’wê dikin ku eskerê amêrîkî gerekê ji Îraqê derk’evin.Frak’sîyayên şih’îyaye li parlamênta Îraqê ew qirar pêşda k’işandine.Dîplomatê saûdî h’esab dike,wekî ŞAY nava doranên xwep’arastinêda derb gîhandibûne wê avtomaşînê, k’îjanêda Qasim Silêmanî bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button