H’emû nûçe

Niha li Ermenîstanê qezîya koronavîrûsê t’une: dewletê zûtirekê t’êsta laboratorîyaêye cêr’ibandina dest bîne

Ermenîstanê îdî p’evk’etin dest anîye t’evî hevaltîya çînî,wekî zûtirekê wê  t’êsta laborator dest bîne bona lênihêr’andina koronavîrûsê.Bi r’agîhandina “Armênprêss”-ê îro wextê civînê,wezîrê t’endurustîyê Arsên T’orosyan e’lam kir. “Pirsgirêkên lênihêr’andina t’êsta hene, pirsgirêkên her kesî hene, çimkî nexweşî nûye.Baylozxana meyê nava çend seh’tada wê ewê t’êstê dest bîne û  bişîne Ermenîstanê,wextê h’ewceçî hebe, ewê pêk bînin”,-T’orosyan got.Wezîr da bawarkirinê, wekî h’etanî îro welatîyên Ermenîstanê, k’îjan ji Çînstanê hatine, nîşanên klînîkîyê t’unebûne.Cem wana  vîrûsa p’ersimê hebûye, lê cem hineka jî înfêksîya.Em dikarin bêjin,wekî h’etanî niha li Ermenîstanê qezîya t’une”,-wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button