SerekeSîyasî

Pêntagon t’evî Îraqê dixebite, ku piştî derbên Îranê sîstêmên ek’sîhewêye Pêtrîot li wandera cîwarke

Seroketîya ŞAY t’evî Îraqê dixebite, ku piştî derbên Îranê li Îraqê sîstêmên ek’sîhewêye Pêtrîot cîwarke.Derheqa wê yekêda wezîrê ŞAY-yî p’arastinê Mark Êspêr e’lam kirîye. “Em gerekê ji alîyê h’ukumata Îraqêda îzinê bistînin.Em gerekê li ser wê yekê bixebitin”,-Êspêr gotîye.Sedirê komîtêya yekbûyî, ya serk’arên ştaba gênêral Mark Mîllî sirîya xweda gotîye,wekî ew girêdayî wê pirsêr’a t’evî h’ukumata Îraqê dixebitin. Em bêjin,wekî h’eyştê meha çile Îranê nêzîkî 15 r’okêta berbi bazayên ŞAY-ye li Îraqê berdan. Anegor e’lametîya Donald T’ramp’ê serok, leşkerên amêrîkî zyanê nek’etine.Feqet anegorî e’lametîyên stendî 34 qulixçîyên leşkerî birînên sêrî stendine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button