H’emû nûçeSereke

Ji şeraba xweş h’etanî şorişa e’dil:BBC

Soqaqa Yêrêvanêye şerabê, li k’îderê gelek meriv diqesidin, bi şerabên xweşva h’ewask’are.Derheqa wê yekêda  BBC-ê nivîsîye.Miqala BBC-ê derheqa soqaqa ser navê Saryane.Xudanê miqalê cêr’ibandina Ermenîstanêye nava dîroka şerabçêkirinêda r’aber dike. Tê dîyarkirinê,wekî eger berê Ermenîstan diha gelekî guhdarî dida li ser konyakê, niha nava salên dawîda guhdarîyê datînine li ser şerabçêkirinê û Ermenîstan dikare bi şeraba başva li ber dinîyaê xwe r’aber bike. Bi xeberdana derheqa qet’ilkirinên ermenîyaye li împêratorîya Osmanî, derheqa salên Sovyêtêda, destanîna serbestîyê, xudanê miqalê usa jî derheqa sînorên t’evî T’irk’îyaê û Adirbêcanêye derdadayîda dide dîyarkirinê.Ew usa jî derheqa şorişa sala 2O18-da dinivîsîye. “Wextê hilbijartinên k’anûna sala 2O18-a, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr yê ku xeleqa şorişêye girîng bûye, 7O,4 selefê denga stendîye.Gelek meriv difikirin,wekî werguhastina t’enê wî çaxî dikarin bikin,wextê ku dîwarên di navbera seroketîya sîyasî û cime’têda ji ort’ê tê hildanê”,-xudanê miqalê nivîsîye û serda zêde kirîye,wekî çawa gaveke sîmvolîk dergehên parlamêntê û cîyê serokê Ermenîstanê hatine vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button