Ermenîstanê têstên laborator, yên dîyagnostîka koronavîrûsê, stendine.Derheqa wê yekêda r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda wezîrê Ermenîstanêyî sag’lemîxweykirinê Arsên T’orosyan nivîsîye. “Hinekî pêşda me têstên dîagnostîka koronavîrûsê stendin.Ew bona sekinandina nexweşîyê û qenckirina wê gelekî girîngin.H’etanî r’oja îroyîn li cem me nexweşên bi nîşanên nexweşîya wî cûr’eyî t’unebûne, lê vir wada emê bikaribin kontrolkirinên laborator derbazkin”,-Arsên T’orosyan gotîye.Li t’emamîya dinîyaê r’eqema merivên bi wê nexweşîyê ji 14 h’ezara derbaztir bûye. Ji 3OO-î zêdetir meriv îdî wefat bûne. Merivê e’wlin li fîlîpîna wefat bûye, yê ku ji bajar’ê Çînstanêyî Vûhanê bû û tê h’esabê çawa merk’eza vîrûsêye belavkirinê. Têstên nexweşîyê ji R’ûsîyaê hatine anînê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close