Sîyasî

Li Îdlîbê çar leşkerên t’irka hatine kuştinê

Li Sûrîyayê nava encamên gulebrandinêda, yên berbi t’abîyên t’irkaye li provînsîya Îdlîbê çar leşkerên t’irka hatine kuştinê, neh jî birîndar bûne.Derheqa wê yekeda kanala têlêvîzîyonêye NTV-ê r’agîhandîye.Li wezîreta T’irk’îyaêye p’arastinê e’lam kirine,wekî gulebarandin ji alîyê Sûrîyaêd hatîye mîyaserkirinê.Katibê serokê T’irk’îyayê Îbrahîm K’amil T’wîttêrêda nivîsîye,wekî ewê h’eyfa leşkerên xwe hildin.Em bêjin,wekî serokê T’irk’îyayê R’êcêb T’ayb Êrdog’an pêşda e’lam kiribû,wekî eger h’al li Îdlîbê normal nebe, Enqere wê t’evî wê prosêsê bibe û ew hazire gavên anegor biavêje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button