Sîyasî

Serokê K’urdistanê dêlêgasîya Bêlgîyayê li Hewlêrê qebûl kirîye

Serokê K’urditanê Nêç’îrvan Barzanî dêlêgasîya Bêlgîyayê bi serk’arîya wezîrê k’arên der û p’arastinê Fîlîp Hofên li  Hewlêrê qebûl kirîye. Wextê r’asthatinê Barzanî û Hofên fikirên derheqa p’êwendîyên dualîda p’eguhar’tine.Serokê K’urdistanê bona piştgirîya Bêlgîyaêye nava dorana koalîsîyona navnet’ewîda r’azalixî e’lam kirîye. Barzanî gotîye,wekî K’urdistan û Îraq nava şer’k’arîya dijî têr’orîzmê h’ewcê piştgirîya hûmanîtarî û leşkerîne. Xeberdan usa jî derheqa h’alê sîyasî û bêqezîyabûna li Îraqê, usa jî p’êwendîyên Hewlêrê û Beg’dayêda çûye. Nêç’îrvan Barzanî bîr anîye, wekî K’urdistan hazire h’emû pirsa anegorî konstîtûsîya Îraqê h’elkin.Derheqa protêstokirinên li Îraqê, Nêç’îrvan Barzanî gotîye,wekî K’urdistan hazire piştgirîyê bide de’wek’arîyên protêstokiraye bona milahîmkirina dereca h’alê jîyînê.Wezîrê Bêlgîyayê sirîya xweda r’ola K’urdistanêye nava şer’k’arîya dijî têr’orîzmê silav kirîye.Ewî gotîye,wekî Bêlgîya aşîtî û qewîbûna li Îraqê, K’urdistanê û li t’emamîya R’ohilta Navîn girîng h’esab dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button