Sîyasî

Serekwezîrê Îraqêyî nû wê her’e Hewlêrê

Zûtirekê serekwezîrê Îraqêyî nûye k’ifşkirî Meh’med E’lewî wê her’e K’urdistanê.Derheqa wê yekêda h’eyştê sibatê wek’îlê h’ukumata Herêma K’urdistanêyî li Beg’dayê Faris Îsa gotîye. E’lewî wê zûtirekê her’e K’urdistanê ku t’evî nevsên K’urdistanêye derecebilind pirsên derheqa sazkirina h’ukumata Beg’dayêye nû gotûbêj bike. K’urdistanê îdî derheqa piştgirîya xweye hindava her h’ukumateke nû e’lam kirîye, bi wî qewilî, ku hevr’aqayîlbûnên di navbera Hewlêrê û Beg’dayêda destanî bêne xweykirinê.E’lewî wezîrê p’êwendîyayî berê bû û h’evtîya derbazbûyî ji alîyê Berhem Salih’da çawa serekwezîrê Îraqê hate  k’ifşkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button