Aborî

E’cêba êkonomîkî: nivîsara Gazeta.ru-ê derheqa Ermenîstanêda

Welatên endamên Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî encamên êkonomîkayên xweye pêşda dane t’omerîkirinê.Derheqa wê yekêda  Gazeta.ru-ê nivîsîye.Nava  wanda Ermenîstan cîyê pêşindane.Anegorî feydayên  neh mehên sala 2O19-ye e’wlinda himberî sala derbazbûyî ew r’eqem gihîştîye 7,5 selefa.Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Tîgran Xaçatryan bona t’emamîya salê 7,9 zêdayî têr’a dîtîye.Eva encamê k’ifşe ne t’enê nava welatên Avrasîyayêye êkonomîkîda, lê usa jî dikare nava welatên r’êgîyona be’ra R’eşda bibe yê here baş. Sedirê banka k’ir’în-frotanê û pêşdaçûyîna be’ra R’eş Dmîtrî Pankîn ew gavên li Ermenîstanê tên avîtinê, nava wanda usa jî şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê, sazkirina qewilên bona bîznêsê, sîstêma bankaye zelal, h’esab dike çawa gavên başe bo encamên baş.Mecala pirêssyaê usa jî dinivîse,wekî parlamênta Ermenîstanêye nû û Nîkol P’aşînyanê serekwezîr komîsîya dijî r’uşetxwerinê saz kirine û kontrol danîne li ser fînansên nevsên r’esmî.Nava encamên eşkerekirina sîstêma r’uşetxwerinêda 1O5 mîlîon dolara paşda veger’andine byûcêya dewletê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button