H’emû nûçeSereke

Nava sed salên dawîda li Beg’dayê cara duda berf k’etîye

Li p’ayt’extê Îraqê cara duda nava sed salên dawîda berf k’etîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî nava sedsala dawîda cara e’wlin sala 2OO8-a li Beg’dayê berf k’etîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî li bakûrê Îraqê nava ç’îyada berf dik’eve, lê li Beg’dayê tiştên usa her dem naqewimin.Binelîyên cî bi aktîvî şikila dik’işînin û nava malp’er’ên sosîyalîda cîwar dikin.Şikilada dîyare,wekî li ser r’îya, avtomaşîna, dara berf heye.Hert’im li Beg’dayê meha sibatêda dereca germayê dighîje 16 dereca, lê niha li wir sê dereceye.Derheqa wê yekêda Întêrfak’sê e’lam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button