Sîyasî
Esekerê îraqî opêrasîyona nû dijî DAÎŞ-ê destpê dike
12-ê sibatê eskerê Îraqê û k’omên welête sîlih’kirî dijî ç’ekdarên DAÎŞ-ye mayî opêrasîyona nû destpê kirine.Ewê li qûmistana provînsîya Ambarê û li nêzîkî Îraqê û Sûrîyaê, usa jî sînorê t’evî Urdonê derbazbe. Piştî opêrasîyona sala derbazbûyî, eva opêrasîyona berfireye e’wline ku eskerê Îraqê derbaz dikin. Fermandarê eskerê Îraqêye nava opêrasîyonêda E’bdil Emîr Yarala gotîye,wekî opêrasîyona nûye dijî DAÎŞ-ê bi pênc alîyava tê mîyaserkirinê, t’evî k’îjanê dibin usa jî teyarên leşkerî, yên ku piþtgirîyê didine eskerên li ser e’rdê.