SerekeSîyasî

Serokê K’urdistanê û wek’îlê ŞAY-yî pirsên k’urdên Sûrîyaê gotûbêj kirine

Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî wek’îlê ŞAY-yî pirsên Sûrîyaê Cêyms Cêfrî li Hewlêrê qebûl kirîye, li k’îderê wana qewimandinên van axirîyaye li Sûrîyaê, nava wanda usa jî pirsgirêka k’urd gotûbêj kirine.Wextê r’asthatinê Barzanî gotîye,wekî ewê t’u ce’dandina nehêvişîne bona ku yektîya k’urdaye li Sûrîyaê çêbe û pêr’a jî piştgirîya xweye hindava h’emû gavên bona yekîtîyê îzbat kirîye.Herdu alîya jî derheqa h’alê li Sûrîyayê xeberdane û derheqa dasekinandina qewînbûna h’alê li welêt xeberdane.Xeberdan usa jî derheqa h’alê li Îraqê û sazkirina h’ukumata we’delûye li welêt, usa jî t’abîya K’urdistanêye hindava wê yekda çûye.Wextê r’asthatinê usa jî ew pirs hatîye gotûbêjkirinê,wekî qezîya heye, ku DAÎŞ careke mayîn li herêmê serî bilindke.R’êyên şer’k’arîya dijî têr’orîzmê û r’ola ŞAY-ye nava qewatên koalîsîyîonda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button