Wezîreta K’urdistanêye k’arên pêşmerga hîvîya bersiva wezîreta Îraqêye p’arastinêye, ya ku gerekê bide dîyarkirinê, ku hevk’arîya leşkerî wê çawa di navbera Hewlêrê û Beg’dayêda berdewambe.Wek’îlê wezîreta pêşmergayî derecebilind gotîye,wekî wana pêşnîyarên xwe wextê r’asthatina dawî dane alîyê îraqîya û niha jî hîvîya qirara wanin.Dêlêgasîya wezîreta Îraqêye p’arastinê têr’a dîtibû ku li Hewlêrê biqeside, bona ku pêşnîyarên wezîreta pêşmerga gotûbêj bikin.Bas Nûsê r’agîhandîye, wekî pêşnîyarên Hewlêrê evin:
Paşdahatina pêşmergaye li neh’îyên di navbera Hewlêrê û Beg’dayêda hevr’aqayîlnekirî,
T’eşkîlkirina opêrasîyonên t’evaîye dijî DAÎŞ-ê,
P’evguhar’tina înformasîya ce’sûsîye di navbera h’ukumata herêmê û h’ukumata fêdêralda,
Başqekirina mi’aşa pêşmergaye ji byûcêya Îraqêye p’arastinê,
Nava wanda usa jî t’evbûna pêşmergaye t’evî t’e’lîmên leşkerî,
Xweykirina p’evk’etinên di navbera pêşmerga û qewatên îraqîda.