Sîyasî

E’lewî dibêje,wekî wê r’oja duşemê derheqa kabînêta wezîrada e’lamke

Serekwezîrê Îraqêyî t’ezek’ifşkirî Meh’med E’lewî gotîye,wekî ewê 24-ê sibatê derheqa kabînêta wezîraye nûda e’lam bike.Derheqa wê yekêda ewî bi kanala têlêvîzîonêye “Al Îraqîya”-yê gotîye û bang kirîye, ku bo wê yekê civîna parlamêntê t’eglîfkin,  bo ku dengê xwe bidine kabînêta wezîra.Ewî gotîye,wekî eger kabînêta wî ji alîyê parlamêntvanada neyê qebûlkirinê, wî çaxî wê e’yanbe,wekî hinek alî dixwezin ku bêt’erbyetîyên li Îraqê berdewambin.Ewî soz daye,wekî çawa ku ew derbazî ser qulixêbe, protêstokirên girtî wê bên azaberdanê.Çawa ku ewî gotîye,wek’îlên h’emû k’omên li Îraqê wê nava h’ukumatêdabin û h’ukumat gerekê serbestbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button