Sîyasî

Dêlêgasîya k’urda hevr’axeberdanên t’evî serekwezîrê Îraqê ser hevda anîne û ew r’exne kirine

Endamên dêlêgasîya Herêma K’urdistanê, yên ku bona hevr’axeberdana li Beg’dayê bûn, hevr’axeberdanên t’evî Meh’med E’lewîyê serekwezîr ser hevda anîne û nêzîkbûna wîye hindava herêma k’urda r’exne kirine.Derheqa wê yekêda endamê dêlgasîyaê Meh’med Saadîn gotîye. Saadîn daye dîyarkirinê,wekî Meh’med E’lewî bi kêmasîyava nêzîkî Herêma K’urdistanê bûye û bi qedir nêzîkî dereca K’urdistanêye sîyasî nebûye.Bi gotina wî, hevr’axeberdanên t’evî serekwezîrê Îraqê bêfeyda bûne û serda zêde kirîye,wekî dêlêgatên k’urd li ser wê t’abîyê bûne,wekî K’urdistan gerekê bibe beşeke kabînêta nû û r’ûê nêzîkbûna E’lewîye wî cûr’eyîda dêlêgasîyayê qirar kirîye hevr’axeberdana bihêlin û paşda veger’ine Hewlêrê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button