SerekeSîyasî

Wezîreta h’ukumata Herêma K’urdistanêye sag’lemîxweykirinê pêşnîyar kirîye, ku h’idûdê t’evî Îranê r’ûê belavbûna koronavîrûsêda bigrin

Wezîreta h’ukumata Herêma K’urdistanêye sag’lemîxweykirinê pêşnîyar kirîye, ku h’idûdê t’evî Îranê r’ûê belavbûna koronavîrûsêda bigrin.Wezîreta k’arên hundur’ jî pêşnîyar kirîye ku çûyîn-hatinên li Îranê bidine sekinandinê, xêncî çûyîn- hatinên dîplomatî.Li wezîretê gotine,wekî t’enê wê îzinê bidine wan meriva, yên ku çûne Îranê û paşda vediger’ine K’urdistanê,  ew dikarin sînor derbazbin. Feqet îzina welatîyên K’urdistanê û Îraqê wê t’unebe her’ine Îranê.Wezîreta sag’lemîxweykirinê e’lam kirîye,wekî ev pêşnîyar nava hevk’arîya t’evî wezîreta Îraqêye sag’lemîxweykirinê hatine qebûlkirinê, bona ku ew nexweşî li welêt belav nebe, çimkî li Îranê îdî du meriv ji wê nexweşîyê wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button