Sport

Atlêta amêrîkîye ermenî welatvînîya Ermenîstanê stendîye û dikare t’evî olîmpîyada Tokîo 2O2O-î bibe

Atlêta amêrîkîye ermenî Alîson Halvêrsonê welatvînîya Ermenîstanê stendîye û dikare t’evî olîmpîyada Tokîo 2O2O-î bibe. “Ez bi r’esmî welatvînîya Ermenîstanême.Bona vê yekê ez gelekî fir’nax dibim.Ji sed salî zêdetir pêşda kal û bavê min we’dekî gelekî giranr’a derbaz bûn, ji wana gelek sax neman, lê kalikê minr’a li hev hatîye ji k’omkujîyê xilazbe û bigihîje Êlîsê, heger usa nîbûya ezê îro li vir nîbûma.Ez bengîyî li ser vî welatê biç’ûk bûme û ez bê serbir hîvîyême, ku pêşer’ojê bona min  çi hazir kirîye”,- Alîsonê gotîye.Alîson Halvêrson atlêta profêsîyonale, ya ku bi xwe berbir’î k’omara Ermenîstanê bûye, ku welatvînîya Ermenîstanê bidine wê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button